Malbata Şenyaşar: Li pêş kamerayên ewlekariyê qetil kirin

Malbata Şenyaşar peyamek weşand û got, "3 mirov li nexweşxaneyê têne kuştin. Êrişê jî li pêş kamerayên ewlekariyê dikin." Malbata Şenyaşar destnîşan kir ku wê berxwedana xwe dewam bike.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê ji aliyê parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bû, 97 roj in ji bo edaletê nobedê digirin.

Malbata Şenyaşar ji ber qedexeya derketina derve li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê çalakiyê dewam dike. Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê twîtterê ev peyam parve kir:

"Sibe 14'ê Hezîranê ye. Êrişa li kargeha me, komkujiya li nexweşxaneya dewletê wê bikeve sala 4'an. 3 mirov li nexweşxaneyê kuştin. Êriş li pêş kamerayên ewlekariyê hate kirin. Heta ku maf bi cih were, em ê li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe ya ji bo edaletê dewam bikin."