Malbata Şenyaşar li dijî bêdadiyê banga yekbûnê kir

Malbata Şenyaşar ku berxwedaniya xwe didomîne, got, ''Werin em bi hev re dawî li vê bêdadiyê bînin.''

Yadê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît  li dijî terora AKP'ê ji 9'ê Adara 2021'an ve çalakiya nobetê didomînin, ku ji hêla xizim û zêrevanên wekîlê AKP'yî Ibrahîm Halîl Yildiz ve ji malbata Şenyaşar 3 kes hatibûn kuştin.

Malbata Şenyaşar îro careke dî xwest ku bi Serdozgerê Komarê re hevdîtinê bike û ji bo vê çû avaniya edliyê. Serdozgeriyê bersiv neda vê daxwaza malbatê.

Malbatê li ser hesabê medyaya dijîtal wêneyê xwe yê li ber avaniyê par ve kir û got, ''Ez dayikeke kezebşewitî me. Kurê min, eva 3 sal in bi rengekî neheq li hicreya ye kesî tê hiştin, e naxwazim li mal, li ber zilmê rûnim. Werin em bi hev re dawî li vê bêdadiyê bînin. Ji ber ku dad ji her re hewce ye.''