Malbata Şenyaşar: Kujer bi serbestî digerin

Malbata Şenyaşar li dijî dewleta komkuj ev 78 roj in li ber xwe dide. Malbatê got, ''Kujer bi serbestî digerin, em ê têbikoşin.''

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ev ji malbata wan 3 kes ji hêla wekîlê AKP'ê Ibrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî ve hatin kuştin ev 78 roj in çalakiya nobetê digirin. 

Malbat berê sibehê hate ber avahiya edliyê û dest bi nobetê kir. Piştî bi demeke kurt malbata Şenyaşar û gel ji avahiya edliyê hatin derxistin.

Li ser vê, malbat li ber bendên li ber avahiya edliyê çalakiya xwe domand.

Emîne Şenyaşar bi bîr xist ku li kargehê û nexweşxanê zarokên wê hatine qetilkirin û kurekî wê kirine girtîgehê. Emîne Şenyaşar got ew ji bo kurê xwe yê li girtîgehê Fadil Şenyşar li ber edliyê ne û got, ''Ev çawa dewlet e, çawa adelet e? Ez ê ji bo kurê xwe têbikoşim. Em li heqê xwe digerin. Me destgîr kirin. Lê yên ku zarokên min kuştin bi serbestî digerin. Ez adaletê dixwazim.''

Ferît Şenyaşar jî got desteka ji bo wan, wan li ser piyan digire û got,''Birayê min ev 3 sal in di odeyeke yek kesî de dihêlin. Ew bi têkoşîna me hewl dide ku li ser piyan bimîne. Bi hêviya adaletê disekine. Em jî ji bo birayê min li vir in. Heta ku birayê min were berdan em ê li vir bin. Heta darizandineke dadmend em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê ji bo adaletê li vir bin.''