Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet bi cih bê, em ê bipirsin

Malbata Şenyaşar ku çalakiya xwe ya nobedê dewam dike, diyar kir ku heta edalet bi cih bê anîn wê bipirsin.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê sala 2018'an ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di êrişê de birîndar bû çalakiya xwe ya nobedê dewam dike.

Malbatê ji ber qedexeya derketina derve ya ji ber tedbîrên vîrûsa koronayê, demekê çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê dewam kir.

Malbata Şenyaşar piştî rakirina qedexeyan, di roja 84'an de ji nû ve çû ber edliyeyê.

Bi navê malbata Şenyaşar li ser Twitterê ev peyam hate parvekirin. Malbatê li gel parvekirina karîkaturekî li ser edaletê ev peyam da: "84 roj in em ji ber edliyeyê dipirsin. Kê li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê sê mirovên me qetil kir? Heta ku edalet bi cih bê anîn em ê ji vir bipirsin. Em ê bêdeng nemînin..."