Malbata Şenyaşar: Heta edalet neyê em ê ji ber vî derî ranebin

Malbata Şenyaşar a li ber edliyeyê li Nobeda Edaletê dewam dike, got: "Heta edalet neyê, em ji ber vî deriyî ranabin."

Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar a 14’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Ruhayê, hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji qetlîamê bi birîndarî filîtî, ket roja 519’an. Dê û kur, serê sibehê zû ji mala xwe ya li Pirsûsê hatin ber edliyeyê. 

Malbatê, ji zû de bû ku li ber siya li nav baxçeyê edliyeyê ya jî li ser pêlikên têketina edliyeyê li nobedê dewam dikir, duh, bi boneya biryara walî malbat ji nav hewşa edliyeyê hat derxistin. Dê û kur, îro hatin ber edliyeyê û dowîzê li ser "519 roj ji bo edaletê, em bi destwerdanê bêzar nabin" nivîsandî daliqandin û dest bi nobedê kirin. 

Li ser hesabê medyaya dîjîtal ê malbatê jî peyama "Asteng kirina ketina me ya edliyeyê, ne çareserî ye, heta edalet neyê em ji ber vî deriyî ranabin."