Malbata Şenyaşar: Hêstirên çavan ku we daye rijandin, hûn ê di nav de bifetisin

Malbata Şenyaşar gote daraza Tirk û desthilata AKP-MHP'ê, ''Hêstirên çavan ku we li ber edliyê rijandî, hûn ê di nav de bifetisin.''

Berxwedana Malbata Şenyaşar, ku ji malbata wan 3 kes ji hêla xizmên wekîlê AKP'yî Ibrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin didome. 

Yadê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît ev 176 roj in li dijî komkujiya AKP'yiyan li ber edliyeya Rihayê li ber xwe didin. Malbatê, vê sipedeyê jî li qada ku jê re ''quncika dadê ya ya malbata Şenyaşar'' tê gotin dest bi çalakiya nobetê kir.

Malbatê li ser hesabê medyaya dijîtal ev peyam weşand: ''Ev 176 roj in em dibêjin dadmendî. Niha em gilî bikin nabe, nekin nabe. Dozger û ên ku bûne berpirs, hûn ê di nav hêstirên çavan de ku ev 176 roj in li ber edliyeyê didij rijandin, bifetisin.''