Malbata Şenyaşar: Erdogan ji bo serokatiya xwe mirovan dikuje!

Haci Esvet Şenyaşar ê ku li Sirûcê li nexweşxaneyê ji aliyê xizmên wekîlê AKP’ê bi lîncê hatibû kuştin, îro hate veşartin. Malbata Şenyaşar ji Erdogan gotin ku, “Te ji bo serokatiya xwe mirov nehişt.”

Li Sûrûcê ji aliyê parlementerê AKP’ê yê Rihayê û xizmên wî Celal Şenyaşar û Adil Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Bavê Celal û Adil Şenyaşar, Haci Esvet Şenyaşar ê ku li nexweşxaneyê bi lînckirinê hatibû kuştin jî îro ji aliyê gelek kesan hate veşartin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Hevberdeka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û namzetê parlementeriyê yê Rihayê yê HDP’ê Nîmetûllah Erdogmûş tevlî veşartina cenaze bûn.

Cenazeyê Esvet Şenyaşar ji morga Dîlokê hate wergirtin û  di têketina Taxa Alîgor a Sûrûcê ji aliyê gelek kesan hate pêşwazîkirin. Cenaze piştî wecîbeyên olî li kêleka kurên wî Celal û Adil hate veşartin.

Di dema veşartinê de bi sedan polîsan bi panzêr û akreban dora goristanê girtin. Jinan di dema veşartina cenaze de gotin ku, “Ma we dîtiye ku ji malbatekê di heman demê de 3 kes werin veşartin? Ma van kesan çi kiribûn?”

KEÇA WÎ: NEXWEŞXANE DI BIN FERMANA WAN DE YE

Keça Esvet Şenyaşar wiha got; “DAIŞ vêya nake. Ev li cihên xwe yên kar bûn. Ji bo dengekî êrîş kirin. Li nexweşxaneyê qetil kirin. Gewriya wî birîn. Bi zanebûn birin wê nexweşxaneyê. Ew nexweşxane di bin fermana wan de ye. Tişa bi serê me hatî ji hemû cîhanê re rabigîhin. Bila hemû kes bizanin û fêr bibin”.

XWIŞKA WÎ: ERDOGAN JI BO SEROKATIYÊ DIKUJE

Xwişka Havî Esvet bi Kurdî diqêriya û nerazîbûna xwe wiha nîşan da; “Hemû gelê Sûrûcê şahid in, bi salan e dikandar e. Em li pey doza xwe ne, em doza xwe bernadin. Kurd naqedin, Erdogan, Erdogan, Erdogan ji bo serokatiya xwe te mirov nehêla. Kurd naqedin, tu diçî dikana wan bi çekê li serê wan dixî û dikujî. Tu li serê wan dixî, komkujiyê dikî. Tu çima raporê nadî? Hûn komkujiyan dikin, hûn çima raporê nadin? We ev komkujî di nava nexweşxaneyê de kir. Ez giliyê hemû polîsên li wir dikim. Dengê me bigihînin ji bo hemû Ewropayê. We bi tupê tefandina agir êrîş kir, li nexweşxaneyê kuştin. Em dengê xwe nadin we. Ma bi zorê ye? Em nadin. Em cenazeyê xwe radikin li dora me digirin. Xwedê tu vê zilmê qebûl neke”.

Merasîma cenaze bi xwendina dûayan yên ji aliyê Namzetê HDP’ê yê Rihahüyê Nîmettûllah Erdogmûş ve bi dawî bû.