Malbata Şenyaşar: Em qebûl nakin ku li malê rûnên

Malbata Şenyaşar ku çaakiya nobedê li ber Edliyeya Rihayê dewam dike, diyar kir ku ew qebûl nakin li malê rûnên, ew ê têkoşîna xwe dewam bikin.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê sala 2018'an ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bû, çalakiya xwe ya nobedê dewam dike.

Malbatê di roja 81'ê ya çalakiya nobedê de li ber bendên Edliyaye Rihayê dest bi çalakiyê kir.

Ferît Şenyaşar 27'ê Gulanê ji ber ku serdana birayê xwe Fadil Şenyaşar ê li girtîgehê kiribû, nekarî tevlî roja 80'î ya çalakiyê bibe. Fadil Şenyaşar 3 sal in li girtîgeha Xarpêtê di odeyeke yek kesî de ye.

Şenyaşar qala hevdîtina bi birayê xwe re kir û diyar kir ku 3 sal in bi rengekî nehiqûqî birayê wî girtî tê hiştin, lê tevî vê yekê jî bi tena serê xwe li girtîgehê li ber xwer dide.

Şenyaşar destnîşan kir ku wê baweriya xwe ya bi edaletê dewam bike û got, "Em bi hêvî ne. Birayê min jî bi bawer e. Rojekê wê rastî eşkere bibe û birayê min ji girtîgehê derkeve."

Şenyaşar li ser çalakiya nobedê jî axivî û ragihand ku ew li Rihayê ji bo edaletê têdikoşin, lê belê dewleta hiqûqê nîne, edalet nîne.

Şenyaşar got, "Em qebûl nakin ku li malê rûnên. Em di bin zilmê de ne. Bi piştevaniyê em têkoşîna xwe dewam dikin. 3 mirovên me hatin qetilkirin. Me soz dan wan. Heta ku yên ku komkujî kirine derxînin pêşberî dadgeriyê em ê dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin."