Malbata Şenyaşar: Em li ber bêedaletiyê rabin!

Malbata Şenyaşar ku berxwedana xwe dewam dike bang kir û got, "Em li ber bêedaletiyê rabin. Eger te bêedaletiyek dît, bêdeng nemîne."

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di heman êrişê de birîndar bû, li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe ya nobeda edaletê dewam dike. Malbata Şenyaşar îro cara 99'an li ber edliyeyê dest bi çalakiyê kir.

Bi navê Malbata Şenyaşar li ser medya dîjîtal jî ev peyam hate dayin: "Edalet tenê bi daxwazê nabe. Divê carna li ber bêedaletiyê rabin. Eger te bêedaletiyek dît, bêdeng nemîne. Ji bo rûmeta mirovahiyê li ber rabe... Qanûn gelek e, edalet tune ye. Dozger geleke e, wêrekî nîne. Zilm gelek e, kes hesab nabpirse. Dadgerî heye, lê îrade nîne..."

Çalakî li hewşa edliyeyê dewam dike.