Malbata Şenyaşar: Em bi hev re pêşî li vê zilmê bigirin

Malbata Şenyaşar ku li ber xwe dide ev bang kir: "Werin em vê zilmê ji ber Qesra Edaletê ya Rihayê rawestînin."

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku ji êrişê bi birîndarî rizgar bû, 91 roj in li ber xwe didin.

Malbatê li ser hesabê medya dîjîtal ev daxuyanî da:

"Em li ber Qesra Edaletê ya Rihayê meşaleya edaletê vêxist. Bila tiştek tarî nemîne. Her kiryarê ku we ceza nekiriye, hîn bi xurtî zilmê dike. Werin em li ber Qesra Edaletê ya Rihayê dawî li vê zilmê bînin."