Malbata Şenyaşar: Em bang li her kesên xwedî wijdan dikin

Emîne Şenyaşar ku tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar berxwedana xwe dewam dike, diyar kirin ku wê "bêhêvî nebin" û banga piştevaniyê kirin.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe yê di êrişê de birîndar bû Ferît Şenyaşar 71 roj in çalakiya nobedê dike. Malbata Şenyaşar serê sibehê hate ber edliyeyê û dowîzên bi nivîsa "Em tenê edaleta bêalî dixwazin", "Em dixwazin edalet bi cih bê anîn" û "Edalet teqez edalet" hilda. Wêneyên ambûlansa ku di êrişê de hate xerakirin, danî erdê û dest bi çalakiyê kir. Malbat her roj dosyayên der barê êrişê dide gel û parêzerên diçin edliyeyê.

Ferît Şenyaşar got, "Em ê daxwaza xwe ya ji bo edaletê dewam bikin. Li gel hewa germ jî em li ber edliyeyê daxwaza edaletê dikin. Ya ku bi serê me ve hat drameke. Em ji her kesên xwedî wijdan dixwazin ku piştgiriyê bidin me."