Malbata Şenyaşar: Dîmenê qetlîamê li cem dewletê heye

Malbata Şenyaşar a ku li Rihayê berxwedana xwe didomîne, diyar kirin ku dîmenê qetlîamê li cem dewletê heye.

Emîne Şenyaşar a ku parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjînê wê û du kurên wê kuştibûn, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrîşê de birîndar bûbû, li pêşiya dadgeha Rihayê dest bi nobeta edaletê kiribû. Çalakiya malbatê di roja 86’an de didome.

Malbatê îro ji ber ku bi kurê xwe Fadil Şenyaşar ê di girtîgehê de bi rêya telefonê axivî, li gorî rojên din derengî hat pêşiya avahiya dadgehê. Malbat li pêşiya blokên beton rûnişt, dowîzên ‘Em edaletê dixwazin’ wêneyê ambûlansê hildan a ku di roja êrîşê de birîndar tê de bûn.

‘DÎMENÊN QETLÎAMÊ DI DESTÊ SERDOZGERIYÊ DE HEYE’

Ferît Şenyaşar diyar kir ku têkoşîna wan a “Edaletê” ket roja 86’an û wiha got: “Em tenê edaletê dixwazin. Li pêş çavê cîhanê li Nexweşxaneya Dewletê ya Sirûcê, li pêş dîmenkêşên ewlehiyê komkujiyek hat kirin û ew dîmen jî niha li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ne. 3 sal in em edaletê dixwazin lê mixabin ev dîmen bi me re nayên parvekirin û biryara veşartî ya li ser dosyayê didome. Niha Serdozgeriya Rihayê û dadger sûc dikin. Bi rêya hiqûqê komkujiyeke din li malbata me dikin. Em vê qebûl nakin û em ê li ber xwe bidin. Em ê tu car heviya xwe ya edaletê winda nekin. Heta ku edalet pêk neyê ez û dayika xwe li pêş edliyeyê venaqetin. Ez bang li hemû kesên xwedî wijdan dikim; ev sûcê mirovahiyê ye. Werin em vî sûcî bi hev re derxînin holê.”

EMÎNE ŞENYAŞAR: KUJERÊN MALBATA MIN BI SERBESTÎ DIGERIN 

Dayika Emîne Şenyaşar jî anî ziman ku li ser şopa edaletê ne û wiha axivî: “Ji bo edaleteke rast em têdikoşin.Qey wijdana dozgeran nîne? Serokkomar Erdogan jî Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû jî dizanin kî neheq in û zarokên min çawa hatine qetilkirin. Zarokên min bi hovane hatin qetilkirin. Em tenê edaletê dixwazin. Zarokên min li nexweşxaneyê li pêş çavên hemû kesan hatin qetilkirin. Çima qeydên nexweşxaneyê tên veşartin. Heta ku qeyd dernekevin holê em ji vir ranabin. Ev der êdî bûye weke mala me. Ji bo ku em werin vir serê sibê zû dikevin rê. Me her bihosta rê ji ber kiriye. Em zarokên xwe û mala xwe ya rast li pişt xwe dihêlin û tên vir. Em ji bo edaletê tên vir lê li ser navê edaletê tu guhertin nîne. Kesên ku zarokên min qetilkirin hêj li Sirûcê digerin.”