Malbata Şenyaşar bi Kiliçdaroglû re rûnişt

Malbata Şenyaşar a ku ji 100 rojî zêdetir di Nobeta Edaletê de ne, bi Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû re rûnişt.

Emîne Şenyaşar a ku hevjînê wê û du kurê wê ji aliyê parêzvan û xizmên Parlementerê AKP'ê Halîl Îbrahîm Yildiz ve hatin kuştin, tevî kurê Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bûbû li Dîlokê di çarçoveya çalakiya xwe ya "Nobeta Edaletê" de bi Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû re rûniştin. 

Di hevdîtinê de parêzerê malbata Şenyaşara Bulent Dûran, êriş nirxand. Kiliçdaroglû jî derbarê êrîşê û dosyeyên dozê de ji parêzer Dûran bi awayekî nivîskî agahî xwestin û got: "Ez ê van agahiyan li Meclîsê bidim serokwekîlan. Ez ê hewl bidim ku ev mijar li parlementoyê bibe rojev. Ez ê hevdîtinê bi Wezîrê Dadê re bikim û bipirsim ev çi rezalet e. Em ê xîtabî wijdanê terefê din jî bikin. 3 kes mirin, lê kes nehatiye girtin. Ev hiqûq û edaletek çawa ye? Ez wêneyê dayikê li ser înternet û di rojnameyan de dibînim. Li ber dikevim. Dayik doza edaletê dike. Min jî edalet xwest û em ji bo vê meşiyan. Divê edalet pêk bê. Dayik doza edaletê dike, lê 4 caran li ber avahiya edliyeyê tê destgîrkirin. Ev rezalet e." 

Paşê Ferît Şenyaşar axivî û got: "Bav min û du birayê min hatin kuştin. 3 sal in dêya min digirî û çavên wê ji sedî 70'ê qels bûne. Nikare emeliyat bibe. Dibêje heya edalet pêk neyê, ez ê tedawî nebim." 

Dayik Emîne Şenyaşar jî bi girî got: "Edaletê dixwazim. Bila kurê min bê berdan. 3 sal in bi tena serê xwe di hucreyekê de ye. Berî bimirim dixwazim kurê xwe bibînim. Edalet tune ye."