Malbata Şenyaşar bi biryar e: Em ê bêdeng nemînin, em ê li ber xwe bidin

Berxwedana Malbata Şenyaşar a li ber edliyeyê di roja 74'an de ye. Malbatê peyama "Em ê bêdeng nemînin, em ê li ber xwe bidin" da.

Emîne Şenyaşar a ku hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku ji êrişê bi birîndarî rizgar bû, çalakiya xwe ya nobedê 74 roj in dewam dike. Malbata Şenyaşar piştî ku doh hate berdan, îro careke din li ber edliyeya Rihayê dest bi çalakiya xwe kir.

Li ser hesabê medya dîjîtal bi navê Malbata Şenyaşar daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, "Tevî hemû destwerdanan em li ber Qesra Edaletê ya Rihayê ne. Em ê bêdeng nemînin, dest jê bernedin û li ber xwe bidin."