Malbata Şenyaşar bang li hikumetê kir: Dest li darazê wernede

Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin, nobeta edeletê digire got, “Daxwaza me ew nîne ku destwerdanê li darazê bikin, qetlîamê bişopînin. Destli dozgeran wernedin.”

Xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de li Sirûcê êrişî dikana malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Bi mebesta darizandina kujeran û girtina wan, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin.

Çalakiya malbatê di roja 560’an de jî ber deriyê Edliyeya Rihayê li “Quncika edaletê ya malbata Şenyaşar” dewam kir. 
 
Ferît Şenyaşar di çalakiyê de axivî û got:” Li wê derê komkujî û sûcekî li dijî mirovahiyê heye. Biryara nepeniyê ya li ser dosyaya komkujiya çar sal berê hatiye kirin hêj berdewam dike.”

‘DOSYAYA NEXWEŞXSANEYÊ VEKIN’

Şenyaşar wiha dewam kir: “Piştî komkujiyê, 4 dozger hatin peywirdarkirin û tevahiya rabûrdiya me lêkolîn kirin. Qeydên telefonên me hatin lêkolînkirin lê nekarîn têkiliya me bi rêxistinekê girê bidin. Ev bû 560 roj em li pêşiya edliyeyê ne lê dozger li şûna ku derheqê komkujiya li nexweşxaneyê de dozê vekin, hewl didin têkildarî malbata me hinek têkiliyan derxînin. Ev hewldaneke vala ye û dev jê berdin. Dosyaya nexweşxaneyê vekin. Tu eleqeya me bi partiyeke siyasî yan jî rêxistinekê re nîne. Yekane daxwaza me ew e ku ev bêhiqûqiya heyî bi dawî bibe û edalet bi cih bê. Faîl diyar in û bila edalet pêk bê. Ev, şerma Tirkiyeyê ye. Divê di zûtirin demê de dawî li vê eybê bînin.” 

Malbata Şenyaşar cardin li ser hesaba xwe ya medya dijîtal peyamek weşand û got: “Nobeta me ya edaletê di roja 560’an de berdewam dike. Daxwaza me ew nîne ku destwerdanê li darazê bikin; em berevajî vê dixwazin. Dest li dozgeran wernedin.”