Malbata Şenyaşar: 23 kes hatin tespîtkirin lê kes nayên darizandin

Malbata Şenyaşar a di berxwedanê de got “23 kesên ku li nexweşxaneyê qetlîam kirine û hatine tespîtkirin, divê werin darizandin.”

Emîne Şenyaşar a ku parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjîn û du kurên wê kuştibû tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrîşê de birîndar bûbû, 87 roj in li ber xwe didin. Malbata Şenyaşar di destê sibehê de hat pêşiya dadgehê û dest bi çalakiya xwe ya nobetê kirin.

Malbata Şenyaşar gel û parêzerên hatin dadgehê agahdar kirin û ji bo ku daxwaznameyê bidin çûn Serdozgeriya Komarê. Malbatê diyar kir ji bo 23 kesên ku li nexweşxaneyê qetlîam kirine û hatine tespîtkirin, werin darizandin heta niha gelek daxwazname dane û lê ew nikarin mûxataban bibînin. Malbat ji bo ku daxwaznameyê bidin dozgeriyê li dadgehê ne.

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev tişt got “Parastina sûcdaran û pêşîlêgirtina darizandina wan jî sûc e. Dev ji sûc û şirîkatiya sûc berdin. 23 kesên ku hatine tespîtkirin ku li nexweşxaneyê qetlîam kirine, divê werin darizandin.”