Malbata Şenyaşar: Em ê bi piştevaniyê edaletê pêk bînin
Malbata Şenyaşar a berxwedana xwe didomîne got: “Ji bo doza me hiqûqa yên serdest tê bicihanîn. Em ê bi piştevaniyê edaletê pêk bînin.”
Malbata Şenyaşar a berxwedana xwe didomîne got: “Ji bo doza me hiqûqa yên serdest tê bicihanîn. Em ê bi piştevaniyê edaletê pêk bînin.”
Çalakiya nobeta “edaletê” ya dayika Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên xwe di encama êrîşa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz winda kirin a bi kurê wê Ferît Şenyaşar re, li ber Edaliya Rihayê digire di roja 96’emîn de dewam dike.
Malbatê, ji ber qedexeya derketina kolanan a dawiya hefteyê, çalakiya xwe ya edaletê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê berdewam kir.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal, dîmenê serdana Seroka Giştî ya Baskên Jinan a CHP’ê Aylîn Nazliaka û şandeya pê re parve kir û spasiya wan kir.
Malbatê di dewama parvekirin xwe de ev payam da: “Di doza me de qanûna serdestan tê sepandin. Em ê serdestiya hiqûqî bi hevgirtinê vegerînin. Em tenê EDALET’ê dixwazin.”