Malbat li pêşiya girtîgehê ne: Ev pirsgirêk a temamiya civakê ye

Malbatên ku li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê Nobeda Edaletê dewam dikin gotin, "Ev pirsgirêk ne tenê ya malbatan e, ya temamiya civakê ye."

Nobeda Edaletê ya li Amedê, ku ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayên wan qediya ne, lê nayên berdan hatiye destpêkirin, di roja 308'an de ye.

Çalakî îro li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê hate lidarxistin.

Ji xizmên girtiyan Herdem Mervanî bi bîr xist ku çalakî nêzî saleke tê lidarxistin, lê belê heta niha rayedaran bersiva wan nedane. Mervanî got, "Ji roja ku me dest bi çalakiyê kirin û vir ve gelek girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Daxwazeke me bi cih nehate anîn. Ev pirsgirêk ne welê ye ku nikaribe bê çareserkirin. Lewma em careke din bang dikin; ev pirsgirêk ne pirsgirêke ku neyê çareserkirin."

Mervanî ragihand ku malbatên di çalakiyê de ne û xizmên girtiyan hemû bi vî rengî têne cezakirin û got, "Ya ku tê kirinz zilmeke mezin e. Êdî li ber vê zilmê rabin. Piraniya civakê dixwaze ev pirsgirêk bê çareserkirin, gelo yên naxwazin çareser bibe kî ne? Em careke din ji vir dibêjin ku ev pirsgirêk ne tenê ya malbatên girtiyên nexweş e, ya temamiya welêt e."

Çalakî bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" û "Heqi hiqûq û edalet" bi dawî bû.