Malbat di erefeya cejnê de çûn serdana goristanan

Malbat di roja erefeya cejnê de çûn serdana gorên zarokên xwe.

Malbatên endamên PKK’yî, YPG’yî, YPJ’yî, YPS û YPS-JIN ên di şer de jiyana xwe ji dest dabûn, bi boneya cejnê çûn serdana gorên zarokên xwe yên li goristana li taxên Alîpinar, Yenîkoy ên Amedê. Serlêdana ji saetên sibehê ve destpê kir heta saetên şevê dom kirin. Malbatan li goristanê şekir û luqûm belavkirin û derdorî goran paqij kirin. Malbatan li ser goran dûa kirin.

Li Şirnexê rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên navçeyê, yên ku di berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabûn li ser gorên wan bibîr anîn. Li gel endamên TJA û alimên ayînî, malbatên endamên , YPG’yî, YPJ’yî, YPS û YPS-JIN ên di şer de jiyana xwe ji dest dabûn jî beşdarî bîranînê bûn. Piştî serdana li Goristana Asirê û şûnde, Yasfer, Kiriş û gorên bêkesan hate ziyaretkirin.

Li Edeneyê jî malbatên YPG’yî, YPJ’yî, YPS û YPS-JIN’ê jî serdana goristanan kirin. li gel Meclîsa Dayikên Aştiyê, TUAD-DER û MEYADER ên ku hatibûn girtin, malbat çûn serdan goran. Bi boneya serdanê di serdanên li Goristanên Kuçukova û Asri, ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin, qûrnefîl danîn ser goristanan.

Li ser goristanan dirûşmên “Şehîd namirin” hatin qîrkirin, malbatan dûa kirin.