Malbat çûn serdana goristanan

Di salên dawî de ji ber sedemên şer hema bêje her cejin Kurd li ser goristanan derbas dikin, di vê cejnê de jî malbat çûn serdana goristanan.

RIHA

Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê di erefeya Cijna Qûrbanê de çûn serdana gorên kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane. Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan, Dayikên Aştiyê yên Riha û gelek kes çûn serdana goristanan. Li Goristana Eyyup Pêximber gora Serokê HADEP’ê Huhîsn Melîk ê 2’yê Hezîrana 1994’an di êrîşekê de jiyana xwe ji dest dabû hate ziyaretkirin. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de hate girtin û şûnde, dûa hatin kirin. piştre jî çûn serdana Goristana Malbat a Asrî ya Rihayê.

WAN

Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek welatî, bi boneya cejnê çûn serdana Gorisana Beyazit a li Taxa Beyazitê.

Rêveberên çûn serdana goristanê dûa kirin, piştî dûayan vegeriyan.

EDENE

Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên bajarê Edenê bi boneya Cejna Qûrbanê çûn serdana goristanên Kuçukkoba, Ûmûtlû, Kabasakal, Bûrûk û Ceyhan Asrî navçeyên Seyhan, Ceyhan û Yuregîrê. Dayikên Aştiyê, HDK, MEYADER û gelek kes çûn serdana kesên ku di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dabûn.

Girseyê li ser goristanan dûa kirin, diyar kirin ku wê şopdarên kesên di têkoşîna azadiyê de canê xwe dane bin. Girseya çûn serdana Goristana Kuçukobayê dirûşmên “Şehîd Namirin” qîr kirin. Li gel gorên kesê ku jiyana xwe di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, gorên xebatkarên çapemeniya azad Volkan Ergiyît, Metîn Alataş û Kadrî Bagdû jî hatin ziyaretkirin. Di serdanê de qûrnefîl li ser goran hatin daîn.

MÊRSÎN

Li Mêrsînê di pêşengtiya HDP’ê û DBP’ê de malbat çûn serdana gorên kesên ku di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane yên li Goristana Guneyketê. Di serdanê de her wiha gora Leyla Şaylemez a di qetlîama Parîsê de hate qetilkirin jî hate ziyaretkirin û dirûşmên “Şehîd Namirin” hatin qîrkirin. Di serdanê de malbatan soza girêdana bi xeta zarokên xwe dubare kirin. Piştî xwendina dûayan û şûnd malbat ji ser goristanan veqetiyan.

ŞIRNEX

Malbatên endamên PKK’yî, YPG’yî, YPS/YPS-JIN’ê ku di dîrokên cuda de li Silopiya û navenda Şirnesê jiyana xwe ji dest dabûn, bi boneya Cejna Qûrbanê çûn serdana goristanan. Di serdana giştî ya li navenda Şirnesê pêk hate de, bi dehan kes beşdar bûn. Di serdanên goristanan de dayikên kesên jiyana xwe ji dest dabûn helbest xwendin, qûrnefîl danîn ser gorên zarokên xwe.