Malazgîrt: Berdêla xwe çi dibe bila bibe, em ê rê nedin dagirkeriyê

Amed Malazgîrt bal kişand ser berxwedana gerîla ya li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û got, "Em dixwazin dewleta Tirk li Kurdistanê têk bibin. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê rê nedin dagirkeriyê."

Ji fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Malazgîrt tevlî bernameya taybet a Stêrk TV bû û li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û berxwedana gerîla axivî.

Amed Malazgîrt bi bîr xist ku êrişa dagirkeriyê 46 roj in dewam dike û got, "Hevalên me li dijî operasyonê têkoşîneke mezin dimeşînin. Her roj li her qadê şerekî giran tê meşandin. Dewleta Tirk li ser Metîna, Avaşîn û Zapê dest bi êrişê kir. Dijmin dixwaze qadên ku dagirkiriye berfireh bike."

Fermandar Amed Malazgîrt anî ziman ku qadên berxwedana gerîla lê hene 24 saetan bi balafiran têne bombekirin û got, "Her wiha bi tank, top, obusan êrişeke giran heye. Şerê ku dewleta Tirk dimeşîne şerê sîng bi sîng nîne. Şerekî bi qaleşî ye, bi namerdî dimeşîne. Gelekî teknîkê bi kar tîne. Mînak, li cihekî 100 leşker bi ser 3 hevalan ve diçe û piştre jî ew leşker xwe didin aliyekî, êrişa hewayî dest pê dike. Ji ber vê yekê jî em dibêjin ku hevalên me yên li van herêman bi rengekî mezin li ber xwe didin."

DEWLETA TIRK JI BER KU XITIMIYE HÎN BÊHTIR SÛCÊ ŞER DIKE

Amed Malazgîrt bal kişand ser çalakiyên gerîla yên li herêma Metînayê û got, "Li Zendûra, Kêste şer dewam dike. Ji xwe nikarin bi pêş ve biçin. 46 roj in hevalên me yên li ber xwe didin, nahêlin ku dewleta Tirk bikevin tunelan. Yanî li tevahiya herêmê şer diqewime û xuya ye ev şer wê demeke dirêj dewam bike. Em dixwazin pêşî li dijmin bigirin û li cihê ku lê bi cih bûne çalakiyên xurt bikin. Dewleta Tirk serketina ku dixwest bi dest nexist.

Xelkê herêmê jî şahide ku PKK li dijî hêzên dagirker, li dijî teknîka wan çawa li ber xwe dide. Li dijî çekên ku dewleta Tirk bi kar tîne, ti hêz ewqasî nikare li ber xwe bide. Lê belê gerîlayên PKK'ê hem li dijî vê teknîkê hem jî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk di asta herî bilind de li ber xwe didin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk li hin qadan xitimîn. Ji bo xwe ji vê tengaviyê rizgar bike, hîn bêhtir sûcê şer dike. Ji bo xwe serketî nîşan bide, derfetên xwe hemû seferber kirin. Şer jî xwedî hiqûqekê ye, lê belê dewleta Tirk a dagirker êşkenceyê li cenazeyên hevalên me yên şehîd bûne dike, dîmenê vê êşkenceyê jî li înternetê belav dike. Ev yek bêexlaqiya dewleta Tirk radixe pêş çavan."

'ÎRO PKK'Ê DIKIN BAHANE, SIBE WÊ HÊZEKE CUDA BIKIN BAHANE'

Amed Malazgîrt têkildarî nêzîkatiya hin hêzan ku dibêjin, "Li Başûr PKK heye, lewma dewleta Tirk êriş dike" ev nirxandin kir:

"Belê li Başûr PKK heye û wê têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk jî dewam bike. Dewleta Tirk ji bo êrişî Kurdistanê bike îro PKK'ê dike bahane, sibe wê hêzeke cuda ya Kurd bike bahane. Ji ber ku stratejiyeke xwe ya bi vî rengî heye. Erdogan çete li xwe civandiye, ji aliyê teknîkê ve jî xwe xurt dibîne û ji ber vê yekê dibêje, 'Heta sala 2023'an ez ku derê dagir bikim, biçim ku ew ji bo min serketin e'. Lewma ji ber vê yekê gav bi gav dest pê dike. Destpêkê bi gotina 'welatê şîn' ji bo biçe heta Lîbyayê rojevek afirandin. Di encama vê de jî hin krîz afirand. Hin dewletên biçûkd estpêkê dewleta Tirk cidî nedîtin. Dewleta Tirk jî hêz ji vê yekê wergirt û bi pêş ve çû. Dewletên din ên ku ev dîtin, sînorek danîn. Dewleta Tirk piştre paşve gav avêt. Yanî dewleta Tirk dema ku helwestek li dijî xwe dît, gav paşve avêt. Gelo pêkane ku tiştên di dema dagirkirina Efrînê de li Kurdan hate kirin bê jibîrkirin? Her kesê ku ji xwe re dibêje Kurd im, bi şeref û namûs im, divê kiryarên li Efrînê ji bîr neke."

Fermandar Amed Malazgîrt têkildarî berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê jî wiha axivî: "Li xeta Metînayê şerê tunelan tê meşandin. Li Mamreşo li 2 aliyan şerê tunelê heye. Li qada Şehîd Serdar şerê tunelan diqewime. Berxwedana li wê derê ya hevalan dewam dike. Dewleta Tirk ji bo xwe serketî nîşan bide li van herêman her tiştên ku di hiqûqa şer de qedexe ne, kir. Gerîla bi komên biçûk li dijî dijmin çalakiyan dikin û derbên giran lê didin. Li qadê jî çalakiyên bi heman rengî hene. Şer di vê astê de dewam dike. Hêzên me yên gerîla ji bo pûçkirina teknîka dijmin, rê û rêbazên nû diafirînin. Dewleta Tirk wê vê operasyona dagirkeriyê dewam bike.

Dewleta Tirk hesabê wê yekê kir ku bi vê teknîka giran gelek qadan dagir bike, lê belê piştî ku li vê berxwedanê rast hat, êdî stratejiya xwe ya şer ji nû ve nirxand. Ji bo xwe serketî nîşan bide kete nava lêgerînan. Moral û motîvasyona hevalên me bilind e. Ji bo dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bê anîn têkoşîneke mezin tê meşandin. Kurd li 4 parçeyên Kurdistanê, li Ewropayê li her devera ku lê ne divê xwedî li şehîdên leheng derkeve. Bêguman gelê me xwedî li şehîdên xwe derdikeve, lê belê hin xayinên xwe ji bo pereyan difiroşin û li gel dewleta Tirk cih digirin, hêz û wêrekiyê didin dijmin.

'BERDÊL ÇI DIBE BILA BIBE, EM Ê DEWLETA TIRK TÊK BIBIN'

Li aliyekî yên ku bêhesab canê xwe ji bo Kurd û Kurdistanê feda dikin hene, li aliyê din jî hinek li gel dijmin cih digirin. Bêguman ev yek mirovan diêşîne. Ez gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat xwedî li gerîla derdikeve silav dikim. Dema ku gelê me xwedî li gerîla derdikeve, gerîla hêzê ji vê digire, moralê jê digire. Em dixwazin li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dewleta Tirk têk bibin. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê vê bikin. Ji xwe em her roj vê berdêlê didin, lê belê em ê ti carî nehêlin ku dewleta Tirk li xaka Kurdistanê bimîne."