Mahmûdî yê ku li Hewlêrê xwe şewitand, jiyana xwe ji dest da

Behzad Mahmûdî yê ji Rojhilatê Kurdistanê, ku ji bo şert û mercên nebaş ên jiyanê li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî bedena xwe da ber agir, jiyana xwe ji dest da.

Mahmûdî ku pêşmergeyekî berê yê ji Rojhilatê Kurdistanê bû, ji ber biryara darvekirinê ya têkildarî wî hatibû dayin, neçar mabû ku xwe li Başûrê Kurdistanê bigire.

Mahmûdî yê 25 salî, 18'ê Gulanê çûbû Ofîsa Hewlêrê ya Neteweyên Yekbûyî û daxwaza alîkariyê kiribû.

Mahmûdî ku bersiv ji daxwaza wî re nehate dayin, hem ji bo hikumeta Hewlêrê şermezar bike hem jî Neteweyên Yekbûyî şermezar bike, li pêşiya kamerayên rojnamevanên ku çalakî dişopandin, benzîn bi xwe ve da kir û bedena xwe da ber agir.

Mahmûdî bi birîna giran rakirin Nexweşxaneya Hewlêr Emergency. Piştî 6 rojên di servîsa lezgîn de 24'ê Gulanê serê sibehê jiyana xwe ji dest da.

BIRÇÎ HATE HIŞTIN, BI TI AWAYÎ ALÎKARÎ PÊ RE NEHATE KIRIN

Mahmûdî beriya ku bedena xwe bide ber agir li pêşiya kamerayan axivî bû û gotibû, "Gelo ji ber karên xwe yên siyasî diviyabû ez di vî halî de bûma? Gelo ev jiyan e? Çar sal in mîna kûçikan em bêmal in."

Mahmûdî gotibû, "Eger li Îranê vegerim ez ê bêm darvekirin. Li vê derê jî ji bilî park, mizgeft an jî înşaetan cihekî ku em xwe lê bistirên nîne."

Mahmûdî yê ji bajarê Bokanê sala 2017'an serî li Neteweyên Yekbûyî dabû ji bo statuya siyasî. Mahmûdî diyar kiribû ku PDK'ê penaberên Kurd xistiye nava birçîbûnê û Neteweyên Yekbûyî jî bersiv nedaye daxwazên wan ên alîkariyê.