Mafên girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne

Serokê Şaxê SES'ê yê Wanê Sezer Orenç, berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya li dijî tecrîdê nirxand û li ser mafên çalakgeran ên di danezanên navneteweyî de hatine destnîşankirin agahî da.

Serokê Şaxê Wanê yê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) Sezer Orenç grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ji ANF'ê re nirxand.

Li gorî danezanên navneteweyî, nêzîkatiya li çalakgerên greva birçîbûnê divê çawa be? Helwesta kedkarên tenduristiyê divê bi çi rengî be?

Li gorî danezan û metnên navneteweyî, nêzîkatiya li kesên di greva birçîbûnê de ne û helwesta kedkarên tenduristiyê xal bi xal bi vî rengî ye:

*Personelên tenduristiyê nabe ku bi ti awayî cihêkariyê bikin.

*Di qonaxeke rewşê de mafê wan heye ku nêrîna doktorekî din werbigire.

*Mafê xwe heye ku çarenûsa xwe bi xwe diyar bike û biryarên der barê xwe de bi rengekî azad werbigirin. Wezîfeya personelên tenduristiyê ew e ku tenê li ser encamên biryarên çalakgerên greva birçîbûnê agahiyê bidin wan.

*Mirovên ku dikarin bi xwe biryarê bidin, xwedî wî mafî ne ku hewldanek ji bo tedawiyê bipejirîne ya jî red bike. Ji bo karibe biryarê bi xwe werbigire, mafê mirovan heye ku bi rengekî pêwîst bên agahdarkirin.

*Eger ne li ser hişê xwe be, divê biryara nûnerê xwe yê qanûnî bê wergirtin. Eger nûnerekî xwe yê qanûnî tinebe û kesê çalakger berê negotibe divê bi ti awayî mudaxele neyê kirin, hingî mudaxeleya tibî dikare li nexweş bê kirin.

*Tedawiya li derveyî îradeya şexs, di rewşeke kêmdîtî de, ji aliyê qanûnî ve eger bi taybetî destûr hatibe dayin û li gorî pîvanên exlaqî yên tibî dikare bê kirin.

*Di her qonaxa tedawiyê de divê hurmet ji çand, nirx, rûmeta mirov re bê nîşandan. Mafê mirovan heye ku di kêliya dawî ya jiyana xwe de bi rengekî bi rûmet û aram bimire.

*Tedawiya bi zorê divê neyê kirin.

*Personelên tenduristiyê divê agahî û şarezabûna xwe bi rengekî ku bi kêrî nexweş bê, bi kar bîne.

*Personelên tenduristiyê divê bê alî bin; destûrê nedin ku kesên sêyemîn bandorê li biryara mirovan bikin.

*Baweriya navbera personelên tenduristiyê û çalakgerên greva birçîbûnê, ji bo nîşandana hurmeta li mafên çalakgeran û kêmkirina zerara li tenduristiya çalakgeran gelekî girîng e.

Dema ku greva birçîbûnê bi dawî bû, xusûsên ku divê lê baldar bin çi ne?

Piştî ku greva birçîbûnê bi dawî bû, ji bo çalakger karibin jiyana xwe bidomînin çend krîter girîng in ku bi wan ve girêdayî ye:

*Dema greva birçîbûnê.

*Di dema greva birçîbûnê de bi têra xwe vexwarin, xwê û şekir wergirtiye yan na.

*Di dema greva birçîbûnê de bi têrkerî vîtamîna B wergirtiye yan na.

*Navber hatiye dayin an na.

*Greva birçîbûnê bi çi rengî bi dawî bûye.

Her wiha rewşa xwe ya tenduristiyê ya berî greva birçîbûnê çawa bû. Berê ketibû greva birçîbûnê yan na. Kîlo û metabolîzma şexs hwd. mijarên girîng in.

Pîvana herî girîng û jiyanî çi ye?

Dema greva birçîbûnê çi dibe bila bibe, vexwarina ku bi têrkerî vîtamîna B1 (Thiamin) tê de nîne, divê ji rehê mirovan neyê dayin. Eger nêzîkatiyeke wiha bê kirin wê karibe rê li ber mirina nexweşan veke.

Piştî ku çalakî bi dawî bû, xwedîkirina bi rengekî rast gelekî girîng e. Nêzîkatiyên şaş dibe ku rê li ber zerarê veke. Ji ber vê yekê divê heyetek ji pisporên metabolîzmayê û diyetisyenan û doktorên ji gelek beşan, bê avakirin. Jinûve xwarin divê hêdî û qonax bi qonax be.