'Mafê kesî nîne ku êrişên dewleta Tirk rewa nîşan bide'

Mihemed Nesredîn destnîşan kir ku berjewendiyên hin kes û aliyên li nava desthilata herêma Kurdistanê û Iraqê rê li ber zêdebûna êrişên Tirkiyeyê vedike û got, “Rojane Tirkiye bi êrişên xwe dijbertiya xwe ya li hemberî Kurdan dubare dike.”

Roja Şemiyê 21.05.2022 danê siharê balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker 3 caran gundê Tuqele ya navçeya Axceler a Çemçemalê bombebaran kir ku di encamê de 5 kes şehîd bûn. 2 ji wan xelkê gund bi xwe bûn. Piştî wê êrişên saet 13:00’an dîsa balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) wesayîta ciwanekê kir armanc ku di encamê de ew ciwan jî şehîd bû.

Têkildarê zêdebûna êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst ku li nav xaka Iraq-Başûrê Kurdistanê welatiyan dike armanc, her wiha bêdengiya hikumetên herêma Kurdistanê û Iraqê li hemberî wan êriş û binpêkirinên dewleta Tirk, Çavdêrê Siyasî yê xelkê Kerkûkê Mihemed Nesredîn ji ANF’ê re axivî.

‘LI HER CIHÊ KU VÎNA AZAD HEBE TIRKIYE WÊ DIKE ARMANC’

Mihemed Nesredîn işaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên roja Şemiyê li Çemçemal û wargeha Mexmûrê pêk anî bû kir û wiha dest bi axaftina xwe kir; "Êrişên dewleta Tirk li Çemçemal û berdewambûna êrişên wê delîla wê yekê ye ku hemû rojê dewleta Tirk a faşîst bi serkêşiya Erdogan sonda dijbertiya gelê Kurd dubare dikin. Hinceta êrişên Tirkiyê ya dibêje tenê ji ber lêdana PKK’ê li Qendîlê ye, hinceteke rast nîne, belku armanca Tirkiyê ew e ku li her cihê ku vîneke azad a gelê Kurd ji bo bidest xistina mafên rewa yên gelê Kurd hebe, Tirkiye wê dike armanc.”

‘TI HINCETEK NÎNE KU ALIYEK RABE ÊRIŞÊN TIRKIYEYÊ REWA NÎŞAN BIDE’

Nesredîn têkildarê berdewambûna êrişên dewleta Tirk a dagirker ev nirxandin kir, “Bi domdarî dubarebûna êrişên dewleta Tirk li ser navçeyên dûrî qadên ku şer lê heye, ti hincetek nîne ku aliyekê herêma Kurdistanê êrişên dewleta Tirk rewa nîşan bide. Pêwîste hikumeta navendî û federal a Iraqê û hikumeta herêma Kurdistanê bi hemû hêza xwe li hemberî wan êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk bisekinin. Ev êrişên Tirkiyê binpêkirina sînroê Iraqê û serweriya Iraqê ye. Kiryarên leşkerî yên Tirkiyê destwerdanan di nav karûbarên hikumeta Iraqê ye, her wiha rêznegirtina li hemberî vîna hikumeta herêma Kurdistanê ye. Ya ku Tirkiye dike, hewldaneke ji bo ferzkirina îradeya xwe li ser herêma Kurdistanê.”

Mihemed Nesredîn di dirêjahiya axaftinên xwe de bal kişande ser helwesta gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê ya li dijî êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk a faşîst û ragihand, “Tevî ku deshilateke herêma Kurdistanê (PDK) destê wî di nav destê dewleta Tirkiyê de ye, lê xelkê Kurdistanê bi giştî ligel mafê rewa yê gelên me ne û li dijî vê rejîma Tirkiyê ku îro dijbertiya hemû Kurdan dike ye. Di vê pêvajoya hestiyar a ku nevçe di wê re derbas dibe de pêwîste hemû aliyên siyasî li dijî van êriş û hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku li Başûrê Kurdistanê pêk tîne yekrêz bin.”

‘TI MAFÊ ALIYEKÊ KURD NÎNE KU JI WAN ÊRIŞÊN TIRKIYÊ RE HÊCETAN PEYDA BIKE’

Nesredîn di îşaret bi zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker kir û wiha pêde çû; “Zêdebûna êrişên dewleta Tirk îsbat dike ku Tirkiye Kurdan dijminê xwe yê sereke dibîne. Em dibînin ku têkiliyên Tirkiyê bi welatên din re berdewam diguhere, lê siyaseta xwe ya li dijî gelê Kurd didomîne û di dijbertiya mafê rewa yê gelê Kurd de bi israr e. Pêwîste aliyên siyasî li dijbertiyên Tirkiyê hişyar bin û ti mafê aliyekê Kurd nîne ku ji wan êrişên Tirkiyê re hêcetan peyda bike.”

‘BERJEWENDIYA HIN ALIYAN ZEMÎNÊ JI ZÊDEBÛNA ÊRIŞÊN TIRKIYÊ RE AVA DIKE’

Mihemed Nesredîn her wiha bal kişande ser bêdengiya her du hikumetên herêma Kurdistanê û Iraqê û got, “Ew aliyên di hikumetên herêma Kurdistanê û Iraqê de ku li hemberî êrişên Tirkiyê bêdeng in, ew alî ne ku îro berjewendiya wan bi hikumeta Tirkiyê re heye. Ev yek jî şermeke mezine ji bo hikumeta Iraqê ku îro sînorê welatê wî ji aliyê welateke din ê biyanî û dijmin ê wek Tirkiyê tê binpêkirin û êrişê xaka wê dike û ew jî bêdengiyê hildibijêre yan jî helwesteke lewaz raber dike. Ev jî aşkeraye ku berjevendiya hin kes û aliyên li herêma Kurdistanê û Iraqê bûye sedem ku zemînê ji bo van êriş û dijminatiya ku îro Tirkiye dike ava bike.”

‘JI BO BERJEWENDIYA DESTHILATEKE BINKETÎ EV ÊRIŞ PÊK TÊN’

Çavdêrê Siyasî yê Kerkûkî Mihemed Nesredîn di dawiyê de diyar kir; “Desthilatek ku ji bo berjewendiyên siyasî razî bibe ku êrişî xaka wê bê kirin, sînor û serweriya wê bê binpêkirin, desthilat û siyasetmedarên wiha binketî û paşketî ne. Ji ber ku nikarin ji daxwazên netewe û gelê welatê xwe bibin bersiv.”