Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Li Zaxoyê li baregeha Tirkan hate xistin: 20 leşker mirin

Hêzên Xweparastinê yên Başûrê Kurdistanê li Zaxoyê li baregeha dewleta Tirk dan. Hate diyarkirin ku di vê çalakiyê de herî kêm 20 leşker hatine kuştin.

Hêzên Xweparastinê yên Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku wan baregeha Tirkan a li navçeya Zaxoyê ya Duhokê kirine hedef.

Li gorî daxuyaniyê di 7’ê Hezîranê de saet di 18.00’an de li dijî qereqola Girê Bîyê ya dewleta Tirk a li bajaroka Bêgova a Zaxoyê çalakî hatiye lidarxistin.

Hêzên Xweparastina Başûrê Kurdistanê derbarê çalakiyê ev agahî dan:

“Hêzên me ji 2 milan ve li çeper, stargeh û avahiyên li qereqolê dane. Di vê çalakiyê de 20 leşkerên dijmin hatine kuştin, wesayîteke leşkerî ya di hewşa qereqolê de û gelek stargehên di nava qereqolê de şewitîne û îmha bûne.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ji ber operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Xakurk û Herêmên Parastinê yên Medyayê ev çalakî hatiye lidarxistin û ev bersivek e ji operasyonên dagirkeriyê re.

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hate diyarkirin: “ Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi obus û hawanan li derdora gundên Rûsê û Şundirê daye û piştre balefirên şer derdora Girê Koordîneyê û derdora gundê Şûndîrê bomberdûman kirine.

Di van bomberdûman de tiştek bi hêzên me nehatiye lê xisareke zêde gihiştiye bax û baxçeyên gel.”