Li Zapê wextê taktîk û xeyalê

Bahoz di rê de ye. Pêşî helbestvan li qadê şer dikin û piştre gotin bi şûran li hev diket. Edî şervan gotinê digirin bi çek û taktîkên nû azadiyê geştir dike.

Dem hatiye, edî em xeyalan dihizirin. Bi qêrînên hêrs û serhildanê, bi tilîliyên ku guhê faşîstên tecawîzkar û zaliman biteqîne. Ne wisa bi nihêrîna sterkan bi ruhekî romantîk, bi armanc û taktîkan pêşengiya berxwedanê dike. Azadî ji deriyê berxwedanê yê Zapê tê.

Wextê xeyalan hat. Ev wext bi mizgîniya jinên li çiya tê. Bi sekna gerîlayên YJA Starê bi jiyana tijî û bê tirs tê. Bi xîreta azadiyê ya YJA Starê ku canê xwe feda kir ji bo azadiya gelê xwe, tê. Ev xeyala azadiye dema ku erdê tê rijandin jî lêhengiyê dixwaze. Gerîla bi pêwîstî û hişmendiya rola dîrokî şer dike.

Tecrubeya ku ji ruhê fedaî yê tunelên berxwedanê ji Zendûra heta Çiya Sor hatiye bidesxistin îro îlhamê dide gerîlayên li Zapê. Şervanên azadiyê bi rêya ronî ya azadiyê li dijî dagirkeran derdikeve. Pêşengiya vê jî gerîlayên YJA Starê dike. Li dijî dagirkeran derdikeve û guleya yekem li eniya wî dixe. Ji ber ve ye şehîdên yekem ên şerê Zapê ku 17’ê Nîsanê de dest pê kir, gerîlayên YJA Starê ne.

Ezmûna ku ji tunelên şer hat bidestxistin, girêdayîn û baweriya ji felsefeya Apoyî ya dide şer kirin û îrade dide qezenckirin, tîmên bi tevger ên gerîla, yên ku taktîka nû di şexsê xwe de didin jiyankirin. Gerîlayên YJA Starê bê teredut bi van taktîkan bawer dikin û bi vê hynera şer ew ê stratejiyê pêş bixin. Girêdana wan bi sekna baweriya jinê ya ku bi felsefeya Apoyî hatiye afirandin wan dixe nava xeyalan.