Li Zapê û Avaşînê êrîşa hewayî

Balafirên şer ên Tirk qadên Zapê û Avaşînê bombe kirin. Di êrîşê de ti ziyan negiha ser hêzên gerîla.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand, 11 û 12'ê Nîsanê balafirên şer ên TC'ê ya dagirker êrîşên hewayî biriye ser Qadên Parastinê yên Medyayê.

Di daxuyaniyê de, ya HPG'ê wiha hate gotin:

''11'ê Nîsanê di navbeyna 07.30 û 14.45'an de li ser Geliyê Konferanasê ya herêma Avaşînê, dîsa 11'ê Nîsanê saet derdora 12.30'an li ser qelaçên Girê Cehennmê ya herêma Zapê û îro saet derdora 09.30'an li ser qadên Kinyanîşê ya Zapê bombe hatine barandin.

Di encama van êrîşên bombeyî yên giran de, ti ziyan negihaştiye ser hêzên me yên gerîla, ziyan gihaye ser cografyaya Kurdistanê.''