Li Zap, Xakurkê û Metînayê çalakiyên gerîla

Çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên li dijî leşkerên Tirk ên dagirker bênavber dewam dikin. Di çalakiyan de droneyeke bombebarkirî hate îmhakirin, derb li 4 çeperan hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

13'ê Mijdarê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

13'ê Mijdarê saet di 10:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî droneyeke bombebarkirî bi sabotajê hate îmhakirin.

13'ê Mijdarê saet di 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Derb li çeperekê hate xistin.

13'ê Mijdarê saet di 19:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran 2 caran dest li helîkopteran werdan.

14'ê Mijdarê saet di 07:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan. Derb li çeperekê hate xistin.

14'ê Mijdarê saet di 07:10, 08:00, 08:30 û 10:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran dest li dagirkeran werdan. Di vê çalakiyê de derb li çeperekê hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

14'ê Mijdarê saet di 11:10 û 14:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan. Derb li çeperekê hate xistin, liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

13'ê Mijdarê saet di navbera 13:00 û 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 10 caran bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan.

15'ê Mijdarê saet di 12:30 û 12:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan.

Li herêma Metînayê;

14'ê Mijdarê saet di 09:15'an li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan.

15'ê Mijdarê saet di 11:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan.

Li herêma Xakurkê;

14'ê Mijdarê saet di 10:30'î de bi çekên giran dest li dagirkerên li Girê Şehîd Kamûran hate werdan.

14'ê Mijdarê saet di 08:00 de li qada Ermûşê bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazê kîmyewî û droneyên bombebarkirî;

13'ê Mijdarê li herêma Zapê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

14 û 15'ê Mijdarê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê 4 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

15'ê Mijdarê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

13 û 14'ê Mijdarê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 14 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

14'ê Mijdarê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi droneyên bombebarkirî yên qedexe û 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

14 û 15'ê Mijdarê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Girê Cûdî, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 2 caran, li herêma Metînayê qadên Golka, Gundê Beşîlî, Gundê Dergelê 4 caran, li herêma Xakurkê qadên Goşînê, Berbizina, Girê Şehîd Hawar û Şehîd Şerîf 4 caran; bi giştî 10 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

14 û 15'ê Mijdarê Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi helîkpoteran hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin."