Li yên li Xelfetiyê êşkence lê hatin kirin 50 sal ceza lê birîn

Ji yên li baxçeyê qereqola Xelfetiyê hatin êşkencekirin 14 jê bi giştî 50 sal cezayê girtîgehê lê hatin birîn.

Di 18'ê Gulana 2019'an de li gundê Derto yê navçeya Xelfetî ya Rihayê piştî di navbera polîs û gerîlayên HPG’ê de şer derketibû, polîsan gelek destgîrkiribûn û ji van kesan 8 jê girtî û derbarê 17 kesan bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" û "rêvebiriya rêxistinê" doz hatibû vekirin.

Danişîna 9'an a Dozê îro li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Rihayê hat lidarxistin. Zekî Alakûş, Celal Ercan, Cind, Zîncîrkiran, Celal Yildirim, Mehmet Alakûş, Fahrettîn Alakûş, Omer Gul û Vakkas Kiliç ji Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T'yê bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûn. Ji kesên bi awayekî negirtî tên darizandin jî Guler Alakûş tevî parêzeran hat eywana danişînê.

Girtiyan diyar kirin ku dema destgîrkirî bûn êşkence lêkirin û xwestin bên berdan.

Piştî parastina parêzeran dadgehê biryara xwe eşkere kir.

Dadgehê bi îdîaya  "endamtiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh ceza li Celal Ercan û Zekî Alakûş, bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" 5 sal ceza li Mehmet Alakûş birî.  

Her wiha dadgehê bi îdîaya "alîkariya rêxistinê kirine" 3 sal û 6 meh ceza jî li Celal Yildirim, Fahrettîn Alakûş, Cindî Zencîkiran, Omer Gul û Vakkas Kiliç" birîn.

Dadgehê li Gazeley Alakûş, Fatma Alakûş, Mehmet Hayrî Çîftçî, Sariye Gumuş, Niyazî Gumuş û Rûken Gumuş jî ku bi awayekî negirtî tên darizandin 2 sal û meh ceza birî û biryara berdanê derbarê kesên din da.