Li Xelfetiyê operasyon û destgîrkirin didomin

Li Xelfetiyê operasyonên piştî şerê doh didomin û tê gotin ku gelek kes hatine destgîrkirin.

Li navçeya Xelfetî ya Rihayê, operasyona piştî şer didome. Li taxên Dergîlî, Sirataşlar, Kosarda û Kantarma yên navçeyê di serdegirtinan de gelek kes hatin destgîrkirin. Kesên hatin destgîrkirin birin Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê. Li taxa ku şer lê qewimî, dorpêçiya leşkeran didome û tê gotin, dor li xaniyê ku şer lê qewimî hatiye girtin.

Li taxa Sirataşlar a Xelfetiyê, di hilbijartinên 31'ê Adarê de namzetê HDP'ê yê Şaredariya Xelfetiyê Abdullah Çîftçî jî di nav de gelek kes hatibûn destgîrkirin. Navê kesên ji doh ve hatine destgîrkirin: Zekî Alakûş, Gazal Alakûş, Guler Alakûş, Mehmet Alakûş, Rabî Alakûş, Fahrî Alakûş, Hanim Alakûş, Abdullah Çîtçî, Abdullah Boga, Kemal Şahîn, kesê bi navê Erdal ê paşnavê wî nehate hînbûn, Ahmet Korkmaz û Mehmet Korkmaz.

Li xaniyên ku hêzên rejîma Tirk avêtin ser eşyayên elektronîk hatin desteserkirin. Tê gotin, kesên hatine destgîrkirin bi êşkenceyê hatine destgîrkirin.