Hatibû îdîakirin ku li navçeya Xelfetî ya Rihayê şer qewimiye. Hate ragihandin ku li taxa Derto ya navçeyê hê jî dorpêç didome û gelek niştecihên taxê hatine destgîrkirin.
Hevjînê hev Fahrî û Hanim Alakuş ku hatî destgîrkirin, li mala xwe bi êşkenceyeke giran a leşker û polîsên Tirk re rû bi rû mane û bi giranî birîndar bûne. Her du hevjînê hev, demeke dirêj li mala xwe ji ser hişê xwe çûne, paşê ji hêla welatiyan ve rakirine nexweşxaneyê.
Her wiha ji heman malbatê Zekî Alakuş û hevjîna wî Hazal Alakuş û kurê wan Mehmet Alakuş jî hatine derbkirin û destgîrkirin.
Hate ragihandin ku tax hê jî di bin dorpêça polîs û leşkerên Tirk de ye û di ser malan de tê girtin. Lê belê heta niha nehatiye zanîn ka çend kes hatine destgîrkirin.
Dîsa hate ragihandin ku li navçeya Hewagê, li taxa Qosarê di serdegirtina malan de 16 kes hatine desgîrkirin. Navê kesên hatî destgîrkirin û birine qereqola Hewagê wiha ne: Sinan Yildirim, Celal Yildirim, Mehmet Yildirim, Ugur Yildirim, Kenan Yildirim, Ahmet Yildirim, Mustafa Yildirim, Abdullah Yildirim, Muslum Yildirim, Cindi Zincirkiran, Emin Zincirkiran, Ali Zincirkiran, Halil Zincirkiran, Tacettin Gul, Feyzullah Gul û Sabri Gul.