Li Wanê berxwedan: ‘Diz dîsa li ser erka xwe ne’

Li Wanê tevî astengiyên polîsan di xwepêşandana li dijî qeyûman a roja 8’an de daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de peyama heta encam bigirin wê têbikoşin, hate dayîn.

Polîsan rê nedan ku parlementerên HDP’î, hevşaredar û gelek welatiyên ku xwestin li nêzî Parka Sanatê ya nêzî Rêya Cûmhûryetê daxuyanî bidin.

Tevî astengî û zextan jî Parlementerê Colemêrgê yê HDP’ê Saît Dede daxuyanî da. Dema ku Dede  daxuyanî da vê carê rê nedan ku endamên çapemeniyê dîmen bikişînin. Piştre ji derveyî parlementeran xwestin Lêkolînkirina Agahiyên Giştî (GBT) li ser her  kesî bisepîne.

Li ser dûrxistina çapemeniyê endamên partiyê, derbasî avahiya HDP’ê ya navçeya Îpekyolûyê bûn û li wir daxuyanî da.

Parlementerê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işik anî ziman ku astengkirina daxuyaniyê ji aliyê walî ve hatiye dayîn. Işik pirsa “Çima hûn naxwazin dengên me bigihêjin gel?” talan û diziya qeyûman bibîr xist.

Işik got: “Li dijî qeyûman derketin erkekî mirovî ye. Heta ku çalakî û berxwedana em encam bibigre em ê li ber xwe  bidin.”

Di dewama daxuyaniyê de hevşaredarê Wanê Mûstefa Avci jî axivî û diyar kir ku sîstema hevserokatiyê îfadeyeke hizrî û programî ye, wê têkoşîna wê bikin. Avci bal kişand ser diziya qeyûman û got: “1 katirîlyon 108 trîlyon deyn hebû. Me bi vî deynî şaredarî dewirgirt. Bendewariyên gel ên zixmetkirinê hene. Dema ku me dixwest xizmeta gel bikin, bernameyek a xebatê dariştibû. Ev heman demê tê wateya pêşîgirtina li ximetkirina ji bo gel. Ev deng denynê çi bû? Çi ximet hate kirin ku evqas deyn derket holê? Kê çi kiribe em ketin pey. Me hinek radestî darazê û dozger kirine. Dosyayên hinekan jî di dema amadekariyê de wê bê radestkirin. Vê darbeyê dest danî ser vê jî. Bi vekirî dibêjin yên dizî kirin niha li ser kar in.”