Li wargeha Mexmûrê cejna Remezanê

Şêniyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî, danê sibehê bi serdana goristanan dest bi cejna Remezanê kirin.

Şêniyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ber destê sibehê li her du mizgeftan kombûn û rehmana cejnê bi hev re gotin. Hê tîrêjên rojê hil neketî welatiyan berê xwe dan goristanê û cejna miriyên xwe pîroz kirin. Paşê jî bi girseyî li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargehê civiyan û li wê derê cejna hev pîroz kirin. Di serî de zarok, welatiyan dest bi pîrozbahiyên cejnê kirin. 

Di bin banê meclîsa gel de li meclîsên semtan xebatkarên wargehê gihan hev û kom bi kom çûn cejna hemû malbatan. Heya nîvro serdanên cejnê yên xebatkaran dewam kirin.

Weke her cejnê zarok xemla sereke ya nava kolanên wargehê ne. Ji despêka rojê ve zarok bi cilên xwe yên reng û reng ketine nava kolanan û şekir ji xwe re kom dikin.

Danê êvarê jî wê li Saziya Ciwanan bi navê Şehîd Ferhad Goyî û Nûpelda Amed tûrnûvaya voleybolê wê bê lidarxistin.