Li Wanê sextekariya bi guharê sexte

Hin siyasetmedar û şîrketên hevkarê AKP'ê, mihiyên ji cûreyê Îvesî ku li celebê xwe li Wanê nîne, tevî ku qedexe ye jî bi guharên sexte firotin Qatarê.

Li Wanê derdora 60 hezar mihiyên bi guharê sexte ji Qatarê re hatin firotin. Mihiyên ku hatin firotin, li şûna ku cûreyê Akkaraman ê Wanê be, ji cûreyê Îvesî yê li herêmên Dîlok û Amedê ne.

Eşkere bû ku mihiyên bi navê Wanê hatine firotin, ji celebê Îvesî ye ku li Wanê nîne, lewma ji Amedê anîne Qelqelî û Westanê, li van navçeyan guhar bi wan ve hatine kirin û bi vî rengî hatine şandin. Li ser vê yekê Wezareta Çandinî û Daristanê mufettîş wezîfedar kir. Mufettîşên ji Enqereyê hatin, dest bi lêkolînê kirin. Midûriyeta Çandiniyê ya Bajarê Wanê û Walîtiya Wanê jî têkildarî mijarê daxuyanî nedan.

WEKE CIHEKÎ DERBASKIRINÊ TÊ BIKARANÎN

Hate ragihandin ku şebekeya ji hin şîrketên hevkar û siyasetmedarên AKP'î, lingekî wan li Qatarê ye. Şebeke bajarê Wanê weke qadeke derbaskirinê bi kar tîne. Şebekeya navborî, sewalên ku guharê sexte bi wan ve dike, di ser Îranê re dişîne Qatarê.

DI NAV DE PARLAMENTER JÎ HENE

Li gorî agahiyan di nava şebekeyê de Parlamenterê Bedlîsê Cemal Taşar, Parlamenterên AKP'ê yên Wanê, karmendên Midûriyeta Çandiniyê ya Westanê û Midûriyeta Çandiniyê ya Qelqeliyê, personelên Wezareta Çandinî û Daristanê û şîrketên alîgirê AKP'ê hene. Guharên ku radestî midûriyetên çandiniyê yên navçeye têne kirin, weke heywanên xwedîkirinê têne nîşandan, bi vî rengî alîkarî ji dewletê tê wergirtin. Her wiha şîrket jî gelekî mezin tê nîşandan û bi vî rengî ji teşwîqê sûdê werdigirin. Şebeke, li gel vê yekê li Kurdistanê dibêje ku sewal wê ji saziya xêrê re bê şandin, lewma guharê heywanên mirovan kom dike û bi berdêla 150 TL'î difiroşe navbeynkaran.