Li Wanê qedexe dîsa hate dirêjkirin
Li Wanê bi qasî çar sal û nîvan e ku hemû çalakî hatine qedexekirin. Ev qedexe 15 rojên din jî dirêj bû.
Li Wanê bi qasî çar sal û nîvan e ku hemû çalakî hatine qedexekirin. Ev qedexe 15 rojên din jî dirêj bû.
Desthilatdariya dewleta Tirk bi hinceta Rewşa Awarte di 21’ê Mijdara 2016’an de lidarxistina çalakiyan qedexe kiribû. Ev qedexe 1655 roj in didome.
Walîtiyê ev qedexe 15 rojan dîsa dirêj kir. Li gorî biryarê di nav sînorên Wanê de heta 17’ê Hezîranê ‘daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê, anket, vekirin û danîna kon û standan, kampanyayên îmzeyan, belavkirina belavokan’ heta 15 rojan hatine qedexekirin.