Li Wanê operasyona qirkirina siyasî: Gelek kes hatin destgîrkirin
Li Wanê di operasyona qirkirina siyasî de Hevseroka MEBYA-DER'ê Gulistan Onver jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.
Li Wanê di operasyona qirkirina siyasî de Hevseroka MEBYA-DER'ê Gulistan Onver jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.
Polîsên Tirk li Wanê avêtin ser mala Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariya Bi Kesên Xizmên xwe Windakirine ya li Dergûşa Şaristaniyê (MEBYA-DER) Gulistan Onver.
Di serdegirtinê de pirtûkên li mala Onver hatin desteserkirin. Piştî lêgerîna 2 saetan, Onver anîn navenda MEBYA-DER a Wanê û li avahiyê lêgerîn kirin.
Li dû lêgerînê tevî Onver 2 kes hatin destgîrkirin û ew birin Şaxê TEM'ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Wanê.
Tê gotin, dibe ku hejmara kesên hatine destgîrkirin zêde be.