Li Wanê Komploya 9’ê Cotmehê hate protestokirin

Li Wanê Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin. Di çalakiyê de peyama “Berdêla polîtîkayên tecrîdê çi dibe bila bibe, em ê qebûl nekin” hate dayîn.

Ji bo protestokirina Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê daxuyaniya çapemeniyê hate dayin. Hevserokên HDP’ê yên Wanê Yadîşen Karabûlak, Umît Dede, Hevserokên DBP’ê yên Wanê Ayla Tarhan,Okkeş Kawa, nûnerên KCD, aktivîsên TJA, rêxistinên navçeyê û gel beşdarî daxuyaniyê bûn.

‘ERDOGAN MASEYA ÇARESERIYÊ HILWEŞAND’

Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede axivî û destgîrkirina 100 kesan a li Amedê û operasyonên qirkirina siyasî şermezar kir.

Dede got “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi têkoşîna xwe Komploya 9’ê Cotmehê vala derxistiye. Ocalan ji bo aştiyê rol leyîst lê Erdogan êrîşî rolê aştiyê kir. Maseya çareseriyê jî Erdogan hilweşand.”

‘BERDÊLA WÊ ÇI DIBE BILA BIBE EM Ê QEBÛL NEKIN’

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Umît Dede di dawiya axaftina xwe de wiha got;

“Tecrîd ne li gorî berjewendiyên gelê me ye. Welat di rewşeke wiha de ye ku nayê birêvebirin. Ji ber van sedeman, divê tecrîda giran a li ser Rêzdar Ocalan were rakirin, hevdîtin dest pê bikin, bi rêbazên demokratîk û aştiyane doza Kurdan û hemû pirsgirêk werin çareserkirin.

Berdêlên politîkayên tecrîd û şer ku bi Komploya 9’ê Cotmehê re bûne yek, çi dibe bila bibe em ê qebûl nekin.”