Li Wanê karantîna veguheriye êşkenceyê

Ji ber wernegirtina tevdîrên têrker, vîrûsa koronayê li Wanê zû belav dibe. Tê gotin, mirovên di karantînayê de ne jî bi tenê hatine hiştin, bi wan re eleqedar nabin û bi vî rengî karantîna veguheriye êşkenceyê.

Ji ber bêtevdîriya walîtiyê û danîna konên sersaxiyê, vîrûsa koronayê li Wanê gelekî belav bûye. Ji ber konê sersaxiyê yê li taxa Emîn Paşa ya navçeya Artemêtan a Wanê û gundê Ortanca yê navçeya Tûşbayê, hejmara mirovên bi vîrûsê ketine gihîşt 200 kesî. Ji ber şewbê jinekê jiyana xwe ji dest da. Bi vî rengî hejmara qurbaniyan li Wanê gihîşt 10 kesî. Li tevahiya Wanê heta niha 64 hezar kes li karantînayê hatin bicihkirin. 17 kes hîn jî di karantînayê de ne. Mirovên ku ji ber karantînayê li malên xwe tên hiştin jî bi tenê tên hiştin, kes bi wan re eleqedar nabe.

Ji ber serdana li konê sersaxiyê yê li taxa Emîn Paşayê li gelek taxan karantîna heye. Gelek kesên ku serdana konê sersaxiyê kirin û vegeriyan taxên Gendelova, Kozlûca û Yalnizagaç ên navçeya Tûşbayê, piştî ku hate tespîtkirin bi vîrûsa koronayê ketine, herêm xistin karantînayê. Her wiha ji ber ku di nava kesên serdana konê sersaxiyê kirin de mirovên ji taxa Taşdonduren a navçeya Payîzavayê jî hebûn, ew tax jî xistin karantînayê.

Li taxa Gunbaşi ya navçeya Payîzavayê ku beriya niha di karantînayê de bû, ji ber ku nexweşên nû yên bi vîrûsa koronayê hatin tespîtkirin, dema karantînayê ya li taxê hate dirêjkirin. Li taxên Gedîkbaşi û Ekecek ên navçeya Elbakê jî nexweşên bi vîrûsa koronayê hatin tespîtkirin. Piştî ku du kesên ji derveyî Wanê hatin bi vîrûsê bûn, her du tax xistin karantînayê. Ketin û derketina ji her du taxan hatiye girtin.

BERSIV JI PÊWÎSTIYÊN BINGEHÎN ÊN MIROVÊN DI KARANTÎNAYÊ DE NE NAYÊ DAYIN

Mirovên li taxa Emîn Paşa ya Artemêtanê di karantînayê de ne bi tenê hatine hiştin. Li taxa ku 22 roj in di karantînayê de ye, ketin û derketin qedexe ye. Mirov ji ber qedexeyê li malên xwe asê mane. Di serî de xwarin, vexwarin û malzemeyên paqijiyê, pêwîstiyên bingehîn ji wan re nayê dayin.

Şêniyên taxê gotin ku wan xwe gihandine Walîtiya Wanê û rayedarên dewletê, lê belê ji bo bersivê bidin pêwîstiyên wan ên bingehîn, mûxatab nedîtine. Şêniyan destnîşan kirin ku karantîna li wan bûye êşkence û gotin, dewlet vê nexweşiyê weke rêbazeke cezakirinê bi kar tîne.