Li Wanê gardiyanekî bi çekê zarokekî 16 salî birîndar kir

Mahmût Çoksûn ê ku li Girtîgeha Wanê gardiyan e, bi çeka dewletê zarokekî 16 salî birîndar kir.

Duh êvarî li TOKI’ya Kalecîka Wanê gardiyanê bi navê Mahmût Çoksûn hate ba zarokê bi navê Mûhammed Demîr Kayaalp (16) ê ku bi hevalê xwe re dilîst û gef lê xwar got “Li vê derê hûn nikarin her lîstikê bilîzin û me aci nekin.” Mûhammed Demîr Kayaalp dema ku got ew tenê ji xwe re dilîzin, gardiyan got “Ez boksor im” û li wî da.

Gardiyan piştre fîşeka di destê xwe de derxist, da destê Mûhammed û got “Canê te bi qasî vê fîşekê ye, ji xwe re bi aqil be” û bi çekê li serê wî da.

Dema kesên li derdorê li wan kom bû, gardiyan Çoksûn bi çekê li lingê Mûhammed da û ew birîndar kir.

Oktay Kayaalp ê ku bavê Mûhammed Kayaalp e, giliyê gardiyan kir.