Li Wanê esnaf dirabayên xwe tînin xwarê

Qedexeyên hikûmeta Tirk ên bi hinceta koronayê û çalakiyan bandoreke xirab li ser esnafan dike. Li Wanê 5 mehên pêşî yên sala 2021'an 66 esnaf bêgav man ku dirabên xwe bînin xwarê.

Yek ji bajarê ku pêvajoya hêla koronayê bi xirabî bandora xwe li ser kirî Wan e. Li Wanê hema hema her roj esnafek bêgav dimîne ku dirabeyê xwe bîne xwar. Li Wanê ku polîtîkayên çandinî û sewalkarî û sinayî lê pir kêm e her ku diçe rewşa esnafan xirab dibe. Ji ber rewşa xirab a aborî her ku diçe zêdetir esnaf mecbûr dimînin  dikanên xwe bigirin.

Li Wanê pênc mehên pêşî yên sala 2021'an 66 esnafan dirabeyên xwe girtin.

Riza Kurt ku li Wanê Seeroktiya Kooperatiya Bazara Gel a Ewropayê dike got, ''Ji ber pêvajoya hêla koronayê herk u diçe pirsgirêkên me giran dibin. Bêkarî bûye heştê ji 100'î. Ti destek ji me re nehatiye. Me serlêdan ji bo desteka dahatê kir lê mixabin heta niha tiştek neguheriye.''

Serokê Kooperatîfa Bazara Gel a Tûşbayê Abdulselam Kaya jî got, ''Ji ber hêla koronayê û krîza aborî ya berdest piraniya dikanan vala bûme, em pir tengijî ne.  Li bazara gel ku bi sedan esnafên biûk hene mirov yek bi yek dirabeyên xwe tînin xwarê. Ji 60 esnafî 15'an jê dirabeyên xwe anîn xwar.''

Esnafa bi navê Ayfer Akdag Acar ku li Bazara Gel a Mezin dixebite got, ''Heta niha 66 esnafî dirabêyên xwe anîn xwarê. Em niha nikarin ti karî bikn. Bazara gel bi hêviya qedera nemanê ve hatiye hiştin. Ji bo ku bazaragel were nûkirin û balê bikişîne me gelek caran hewl da lê saziyên fermî li me venegeriyan. Li bazara gel pergala germkirinên îne, esnaf nikare çareyê ji xwe re bibîne. Ji ber hêla koronayê û krîza aborî her kes îflas dike û dirabeyên xwe tînin xware.''