Li Wanê êrîşa bi ser Şengalê de hate şermezarkirin
Rêxistinên Bajêr ên HDP'ê û DBP'ê yên Wanê êrîşên bi ser Şegalê de yên ji hêla PDK'ê ve şermezar kirin.
Rêxistinên Bajêr ên HDP'ê û DBP'ê yên Wanê êrîşên bi ser Şegalê de yên ji hêla PDK'ê ve şermezar kirin.
Helwestên li dijî êrîşên PDK'ê yên bi ser Şengalê de didomin. Rêxistinên HDP, DBP'ê yên Wanê têkildarî mijarî daxuyaniyeke çapemeniyê dan û êrîş şeremezar kirin.
ATAŞ: ÊŞÊN NÛ NEDIN KURDAN
Hevserokê HDP'ê yê Wanê Yakûp Ataş di daxuyaniyê de axivî û got, ''Em weke rêxistinên bajêr ên HDP, DBP'ê em dixwazin ku dawî li şerê herêmê û şerê nav Kurd were û ji bo ku aştî pêk were em bang li herdu aliyan dikin ku bihistyar bin.''
BOTAN: BARZANÎ DIVÊ BERPIRSYARIYÊN XWE BIZANIBE
Piştre Wekîlê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan axivî û got, ''Em Kurd vê êrîşê, di rewşeke wiha de ku hêj birîna Şengalê nekewiyaye, ku beriya bi 3 salan di fermana 73'yan de êşên mezin hatib3un jiyîn û hê jî bi hezaran jin û zarokên Êzîdiyan di destê DAIŞ'ê de ne, em êrîşa bi ser Şengalê ku mekanekî pîroz ê Kurdan e û êrîşa bi eser malbatan de şermezar dikin. Em bi êrîşeke wiha re hevrû ne ku dawî li xewna 100 salî ya Kurdan tîne. Îxanet e li malbatên wê derê û li xewna welatekî azad. Kî dike bila bike, bi çi hincetê be nayê qebûlkirin. Em li bendê ne ku Kurd li gorî keda xwe ya 100 salî, bi lihevkirin, muzakere û diyaloga nav lîderên Kurd pirsgirêkan çareser bikin. Li şûna vê ên ku berjewendiyên xwe yên partiyê didin pêş berjewendiyên Kurdan wê werin mehkûmkirin û bi nebaşî werin bibîranîn.
Barzanî divê hesasiyetên birayên xwe yên Bakurî berçav bike. Dibe ku bi AKP'ê re diyalogan wan hebe lê çawa ku giringiyê dide danûstandinên bi AKP'ê divê heman hesasiyetê ji bo gelê me û pêkhateyên siyasî yên Kurd jî nîşan bide. Berevajî vê wê nebaşiyeke xirab bi Kurdan bike. Divê hewldanên pêkanîna kongreyê hebin.''