Li Wanê di kontrola rê de pirsa ‘Tu Tirk î yan na’ tê kirin

Qereqola jendirmeyan a li Taxa Erçekê ya Wanê di kontrola rê de ji rêwiyan dipirse gelo tu Tirk î yan na.

Di navbera Wan û Îranê de di demên dawîn de ji ber derbasbûna penaberan a û tûrîstên ji Îranê eleqeyeke mezin didin Wanê, kontrolên rêyan jî zêde bû. Di ketin û derketinên Wanê de kontrolên rê zêdetir bû. Kesên dixwazin biçin navçeyên Qelqelî û Serayê yên Wanê ku li ser rêya Îranê ye jî, divê ji sê bendên kontrolê yên rê derbas bibin.

Di bendên kontrolê de ji rêwiyan tê pirsîn, gelo tu Tirk î yan na. Hefteya borî ji ber ku kesekî bersiva ‘Em ne Tirk in, em Kurd in’ da leşkeran ew ceza kir û demeke dirêj ew li benda kontrola rê da sekinandin.

Ligel Odeya Bazirganiyê ya Wanê derbarê ev kontrolên rêyan ên ku mirovan aciz dike serlêdan kir lê tu gav nehatine avêtin.