Li Wanê di bin Mala Arteşê de xestiyên mirovan hate dîtin

Di bin Mala Arteşê (Orduevî) ya li navçeya Rêya Hevrîşîm a Wanê ku bi hinceta di erdhejê de zirar dîtiye hate hilweşandin, xestiyên mirovan hatin dîtin.

Mala Arteşê (Orduevî) ya li navçeya Rêya Hevrîşîm a Wanê, di erdheja 2011’an de bi hinceta ku zirar dîtiye hat hilweşandin. Xebatên xirakirina avahiya li kêleka mala artêşê jî çend roj berê hate destpêkirin.

Piştî xirakirina avahiyê, xestiyên mirovan hatin dîtin. Piştî bûyer hat bihîstin li derdor tevdîrên ewlehiyê hatin girtin û destûr nayê dayîn ku nêzî cihê bûyerê bibin.

Di dema xebatên xirakirina avahiyê de qaqot û hestiyên mirovan hatin dîtin. Ji ber ku xestiyên mirovan li nêzî herêma mala artêşê hate dîtin, cînayetên kiryar nediyar ên di salên 1990’î de tên bîra mirov.