Li Wanê deynê şaredariyê: 1 Trîlyon û 389 mîlyar TL ye!

Qeyûmê Wanê di nava 3 salan de 1 trilyon û 389 milyar û 749 milyon û 762 hezar TL deynê Şaredariya Bajarê Mezin çêkir. Serokwekîlê Şaredariyê Cahit Bozbay, diyar kir ku heta niha der barê rêveberiya HDP'ê de ji bo qurişekî jî doz nehatiye vekirin.

Rêxistina Partiya Demokratîk (HDP) ya Wanê, têkildarî deynê ku Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê li pey xwe hiştiye daxuyanî daye. Daxuyani li avahiya HDP'ê ya Wanê dan. Di civîna çapemeniyê de Hevserokên HDP'ê yên Wanê Umît Dede, Yadişen Karabulak, Namzetên HDP'ê yên Hevyaredairya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci Endamê meclîsa şaredariyê Cahît Bozbay amade bûn.

Dede, anî ziman ku di demên dawî de bi maşîneyên zirxî li dijî wan belavokan belav dikin û wiha got: Dewlet provokasyonek tarî dike. Belavokan bê îmze belav dikin. Ew çi bikin bila bikin dîsa partiya me dê şaredariyê ji destê qeyûm bistîne."

Wekîlê Cîgirê Serokê Meclîsa Şaredariya Wanê Cahit Bozbay jî anî ziman di serdema BDP'ê de 382 milyon û 74 hezar TL deynê şaredariyê hebû. Ev deynê mabû jî yê serdema AKP'ê ku nelirêtî kiribû ye. Deynê fîrmayên ketibûn îhaleyên berê 197 milyon 493 hezar TL bû. 82 milyon TL jî deynê serdema AKP'ê ye. Rêveberiya Qeyûm piştî hat ser kar 1 trilyon û 24 milyar û 385 hezar 650 TL deyn li şaredariyê çêkir.

Deynê VASKî yê li qeyûm jî 365 milyon û 364 hezar 111 TL ye. Qeyûm bi giştî 1 trilyon û 389 milyar û 749 milyon û 762 hezar TL deyn li şaredariyê hişt."