Li Wanê çalakiya çekdarî li dijî firoşkarê narkotîkê

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku li Wanê gelek caran hişyarî dane firoşkarekî narkotîkê yê ku 'hevkariyê bi dijmin re dike', lê belê ji ber ku guh nedaye hişyariyê, gule li mala wî barandine.

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê diyar kir ku wan beriya niha gelek caran firoşkarê narkotîkê H.Ç. ê 'hevkariyê bi dijmin re dike' hişyar kirine, lê belê guh nedaye hişyariyê û got, ji ber vê yekê jî şeva 5'ê Îlonê gule li mala wî hatiye barandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em ê rê nedin ku AKP-MHP bi rêya fûhûş û narkotîkê li Kurdistanê êrîşî jinan û ciwanan bike. Bi navê jin ên ciwan em bang li ciwanan hemûyan dikin ku berxwedanê xurt bikin û tevlî yekîneyên me bibin."