Li Wanê bi sed hezaran kes li hev civiyan: Rêya çareseriyê Îmrali ye

Li Wanê, Newroz bi beşdariya bi sed hezaran kesî hate pîrozkirin. Parlamenterê HDP'ê Sezaî Temellî lê axivî û got, "Li muxatabekî cuda negerin; rêya çareseriyê Îmrali ye."

Newroza li Wanê li biniya Keleha Wanê bi beşdariya bi sed hezaran kesî bi coşeke mezin dewam dike. Girseya gel bend û astengî ji pêşiya xwe rakir û tevlî pîrozbahiyê bû. Li ber bendên kontrolê jî hîn bi hezaran kes li benda derbasbûnê ne. Qelebalixî kêlî bi kêlî zêde dibe. Li qadê dirûşma "Bijî Serok Apo" tê qîrîn.

Piştî axaftina destpêkê ya endamên Komîteya Amadekar hunermend Azad Bedran derkete ser dikê. Piştre jî agirê Newrozê hate dadan. Jin û ciwanan demeke dirêj xwe ji ser agirê Newrozê avêtin.

DIJMINATIYA LI JINAN HATE ŞERMEZARKIRIN

Seroka Komeleya Jinê ya Star Serap Guvenç li qadê axivî û nerazîbûn nîşanî vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê da. Serap Guvenç got, "Li dijî vê sîstema bi serweriya mêr ku hezar sal e li ser tunebûna jinan tê avakirin, çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Di demeke wiha de ku êriş li ser jiyan, ked û nasnameya me zêde bûne, em têkoşîna xwe dewam dikin."

Pîrozbahî bi xwendina peyamên ji girtîgehan dewam kir.

'EV GEL SERÎ LI BER TI ZEXT Û ZORDARIYÊ NATEWÎNE'

Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Mehmet Kamaç axivî, Newroz pîroz kir û got, "Ev gel serî li ber zext û zordariyê natewîne. Heta ku li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin kes rehet nake. Ey Qesr, dem dema aştiyê ye. Ji bo aştiyeke mezin werin em li hev rûnên."

Piştre Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî axivî û bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ku 115 roj in dewam dike. Îro li girtîgehan girtiyên siyasî hene. Demîrtaş, Kişanak hene. Di şexsê wan de Newrozê li girtiyên siyasî hemûyan pîroz dikim."

'LI SENARYOYEKE CUDA NEGERIN, MUXATAB BIRÊZ OCALAN E'

Temellî destnîşan kir ku eger 'pêvajoya aştiyê' bi ser hatibûya xistin ne şer ne jî zilma dîktatoriyê wê hebûya û got, "Rêya çareseriya demokratîk a meseleay Kurd, rêya aştiyê, rêya demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn ji Îmrlaiyê derbas dibe. Em bi vê zanin. Dewlet jî bi vê zane. Gelên Tirkiyeyê û cîhanê bi vê zane. Her kes zane ku heta ev mesele çareser nebe, ti mesele çareser nabe. Ev mesele jî bi rûniştina li dora maseyê çareser dibe. Li senaryoyekle cda negerin, muxatabê vî karî Birêz Ocalan e."

Pîrozbahî bi stranên hunermend Xecê dewam dike.