Li Wanê 224 sindoqan dibin gundên cerdevanan

Di çarçoveya biryara Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) de biryar hate dayin ku cihê 224 sindoqên li Wanê bên guhertin.

Daxwaza Walîtiya Tirk a li Wanê ya ji bo guhertina cihê dengdanê, ji aliyê YSK ve hate qebûlkirin. Li ser mijarê nivîsek ji partiyên siyasî re hate şandin û hate gotin, ku biryar hatiye dayin 224 sindoqên li navçeyên Ebex, Şax, Erdîş, Westan, Payîzava, Bêgir, Qelqelî, Sêrê, Elbak û Miksê li 'herêmên ewle' bên bicihkirin.

Li herêmên ku HDP lê xurt e, sindoqên dengdanê bi hinceta 'ewlekariyê' li gundên cerdevanan tên bicihkirin. Ev yek wê bandorê li 50 hezar dengdêrî bike.

Parlamentera Wanê ya HDP'ê Bedîa Ozgokçe Ertan li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku armanca vê briyarê ew e ku wan di binê benda hilbijartinê de bihêlin. Ertan got, "Ev yek li dijî me feneke organîzekirî ye. Bingehê ji dek û dolaban re amade dikin. Dixwazin dengdêran bibin cihekî dûr, li gundên cerdevanan bikin ku deng bidin. Nehatiye eşkerekirin bê dengdêran wê çawa bibin gundên cerdevanan."

Ertan diyar kir ku nêzîkatiyeke bi vî rengî dikare bandorê li encama hilbijartinên parlament û Serokkomariyê bike û got, "Ev li dijî heqaniyetê ye. Ewlekarî û meşrûiyeta hilbijartinê ji niha ve têk biriye."