Li Wanê 11 kes hatin binçavkirin

Li Wanê di serdegirtina malan de nêzî 11 siyasetmedarên Kurd hatin binçavkirin.

Li Wanê li taxa Îskele û Şabaniyeyê polîsan girtin ser malan. Di serdegirtinan de derî hatin şikandin û heta niha bi qasî ku nasnameya wan hatiye tespîtkirin Kamûran Demîr, Muhlîs Demîr û Salîh Kaplanê 72 salî jî di nav de, 11 kes hatin binçavkirin.

Kesên hatin binçavkirin birin Şaxa Têkoşîna Li Dijî Terorê ya Gerînendetiya Emniyeta Wanê.

Şaredara DBP’ê ya Qelqeliyê Handan Bagci ya ku qeyyûm li cihê wê hatibû peywirdarkirin jî vê sibehê di serdegirtina malê de hate binçavkirin.