Hevşaredara DBP'yî hate binçavkirin
Hevşaredara Qelqeliyê Handan Bagci ku qeyûm li şûna wê hate bicihkirin, di serdegirtina mala wê de hate binçavkirin. Bagci piştî ku sal û nîvekê li girtîgehê hate hiştin, di Nîsana bihurî de hatibû berdan.

Polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser mala Hevşaredaa Qelqeliyê Handan Bagci û xwişka wê Gulîstan Bagci.
Handan Bagci ku hate binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Wanê.
Polîsên Tirk danê sibehê her wiha avêtin ser mala rêvebera HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyûn û ew jî binçav kirin.