Li Wan, Gever û Zapê êrîşên dagirker

Artêşa Tirk a dagirker li dijî Wan, Gever û qadên Zapê êrîşên dagirker anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkilî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk daxuyanî da.

Di daxuyaniya HPG'ê de ev agahî hate parvekirin:

''2'yê Îlonê artêşa TC'ê ya dagirker li sêgeşoya Elbaq-Mehmûdî-Payizava ya Wanê operasyoneke dagirkeriyê daye destpêkirin. Ev operasyon 5'ê Îlonê bêyî ku encamekê bistîne vekişiyaye, artêşa TC'ê ya dagirker li derdora van gundan bi yekîneyên taybet kemînan datîne.

8'ê Îlonê saet navbeyna 15.00-15.30'yî balafirên şer Ên artêşa TC'ê ya dagirker bi ji Qadên Parastinê yên Medyayê qada Çemço ya herêma Zapê bombe kirine.

Eynî rojê saet di navbeyna 12.30-15.00'an de artêşa TC'ê ya dagiker qada Hirçina Jêrê ya navçeya Geverê ya Colemergê û Tengava Şehîd Cesûr bi obûs û hawanan bombe kiriye.

Di van êrîşan de ti ziyan negihaştiye ser hêzên me.''